Lesung "Sîya Berêvarên Gewr" von Nûroj Mûnzur

Nûroj Mûnzur ji sala 2019 ve li Hamburgê dijî û êdî navê wê jî di nav Kurdên Dîyasporayê de bi cih bûye. Çar berhemên wê yên helbestan derçûne û ji wan her du yên dawî li Dîyasporayê nivîsîye. Ew jî xemxureke gelê xwe ye. Çi di xemên xwe yên şexsî de û çi di risteyên xwe yên bi giştî de xwedî pênûseke wêrek e.

Nûrojê ji berê de helbest kirîye paldankeke jîyanê ji bo xwe.
Nemaze jî di berhema xwe ya dawî, “Sîya Berêvarên Gewr” de bi helbestê derdikeve rêwîtîyekê. Dibîne, dibihîze, hez dike, gazin û rexneyan dike…

Di vê bernameyê de dê Nûroj Mûnzur helbestên xwe bixwîne, ji beşdarvanan re behsa serpêhatîyên xwe yên li gel helbestê bike û pirsên beşdarvanan bibersivîne.

Bername dê bi moderasyona Hemza Altun bê birêvebirin û zimanê wê bi Kurdî (Kurmancî) ye.

Nûroj Munzûr di sala 1988 de li Batmanê ji dayik bûye. Ji salên 2006 û heta 2016an li NÇMyên Batman, Cizîr, Şirnex, Şemrex û Bismilê dersên rîtimê daye. Di 2016an de li şaredarîya Bismilê ji alîyê qayûm ve ji kar hatîye derxistin. Salek şûnde li Zanîngeha Munzûrê dest bi xwendina beşa Zimanê Zazakî kiriye. Di dawîya 2019an de bi bernameya Erasmusê çûye Zanîngeha Hambûrgê û ji sala 2019an ve li Hambûrgê dijî.

Berhemên wê:
“Bêrîkirinên Îlegal” (2013, helbest; Na); “Û Êdî Navê Te Aso Ye” (2014, helbest; Ronahî); “Beytikên Nifiran” (2020, helbest; Avesta) û “Siya Berêvarên Gewr” (2025, helbest; Avesta)

Em bi kêfxweşî we vedixwînin vê êvara helbestê ya rengîn, jidil û wêrek!
Ev bername bi hevkariya Pirtûkxaneya Bajêr a Friedrichshain-Kreuzberg û Koma Xwendinê ya Berlînê tê lidarxistin.

Mittelpunktbibliothek Wilhelm Liebknecht / Namik Kemal
Adalbertstraße 2
10999 Berlin


Beginn: Uhr
Zum Kalender hinzufügen

Produkte

Tickets

Normales Ticket

gratis

Menge